EV STRAN BI NAVE KİMLİK 21 HATİYE AMADEKIRIN
---------TEKOŞİN---------
Em koçerên riya dûr in
Birîndarin birîn kûr in
Em koçerên riya dûr in
Birîndarin birîn kûr in
Tî û birçî li van çolan
Pîr û kalin jin û hûr in
Pîr û kalin jin û hûr in
Lorî lorî lorîka min
Sebr û arama jîna min
Tu dihelî li ber çavê min
Çare nayê ji destên min
Lorî lorî lorîka min
Sebr û arama jîna min
Tu dihelî li ber çavê min
Çare nayê ji destên min
------BISEKINE----------
Wekî devan çav sor kirin
Bî napalim êrîş kirin
Wekî devan çav sor kirin
Bî napalim êrîş kirin
Bihar tarî û reş kirin
Canê şêrîn hev par kirin
Canê şêrîn hev par kirin
Lorî lorî lorîka min
Sebr û arama jîna min
Tu dihelî li ber çavê min
Çare nayê ji destên min
Lorî lorî lorîka min
Sebr û arama jîna min
Tu dihelî li ber çavê min
Çare nayê ji destên min
-----------BISEKINE--------------
Kurêm canê şêrîn biha
Erzan diçe îro wiha
Kurêm canê şêrîn biha
Erzan diçe îro wiha
Ev mirina bi vî rengê
Gelek tale zor û zuha
Gelek tale zor û zuha
Lorî lorî lorîka min
Sebr û arama jîna min
Tu dihelî li ber çavê min
Çare nayê ji destên min
Lorî lorî lorîka min
Sebr û arama jîna min
Tu dihelî li ber çavê min
Çare nayê ji destên min
---------------ZOR SIPAS----------------
---------------KİMLİK21--------------