Şev e, stêrk li asîman
Dilerize bayê pişt çiyayan
Nêzîk maye ji berbangê
Reş dinêre kolan
Sar e ev bajar
Zana, rêhevalê Andok
Neviyê Şê Seîd
Bazê zinaran
Haho deng ji we nayê
De rabin heval
Neyar li pey we ye
Şa da tariyên kevnare
Êşên elem girtî pir edar e
Gotin Zana brîndar e
Li ser milê AndoK
ji kûr ve dinale
Andok, rêhevalê Zana
Ber ê dayika min
Dengê çiyayan
Haho bila Mem bimre
Gazî dereng hat
Dest ma bê çare