Kamerkurt
...
Gava tu çû dil ma li dû
Ez û ez man rûbirû
Gava tu çû dil ma li dû
Ez û ez man rûbirû
Evîn dijwar e tev pêt û are
Birînên xedar mane bêçare
Bi hêvî bûm min gotê were
Min ji ku zanîbû tu venagere?
Bi hêvî bûm min gotê were
Min ji ku zanîbû tu venagere?
...
Kamerkurt
...
Ez canê te bûm, tu cana min bû
Ji te qetandin Ji bo min mirin bû
Ez canê te bûm, tu cana min bû
Ji te qetandin Ji bo min mirin bû
Ez nêzî te bûm tu dûrî min bû
Ez tim ê te bûm tu ya yekî din bû
Dilê min sêwî êşeke bêdawî
Nema zindî dibin hêviyên mirî
Dilê min sêwî êşeke bêdawî
Nema zindî dibin hêviyên mirî
...
Kamerkurt