Amadekirin:
Bilind îbrahîm Melek rojhat
( Geryan )
havîn bo çûm şingalê
Hêjîra li dem nubarê
Min dît li wêrê ciwanek
Awir dida ji alek
Min gotê keça kêyî
Turîna kîş malêyî
To gula kîş ba çêyî
Nêrgiza serê kêyî
Law ez Gullistanim
oştivîya kurdanim
Evîndara şi'ranim
Ketîme dest nezana
Ez geryam çûm amedê
cihê pîran u befrê
Nalîna kewî têtê
Birîndare wîn jê têtê
Min gotê kewê kêyî
Çima li nav befrêyî
Birîndarê destê kêyî
wîndarê destê kêyî
Ez dengê şê seîdim
bo kurdistan mirîdim
Bê kes u bê odanim
Ketîme destê neyara
Çûm mehabadê geryam
Wek dara twîyê weryam
Darek di dest zarokan
Pê di kirin yarya buka
Min gotê to çi darî
Wek rebena vî warî
To li kolana di işandin
Ji nîvêra to şikandin
Law ez dar ala bûm
Navbera çar çira bûm
Ez qîbleya kurda bûm
Ketîme dest ne merda
Payîz bo çûm rojava
Ser deşt u ber derava
Min dît li wêrê şo ek
Ber da dilê min dû ek
Min gotê keça kêyî
Dilber u şenga kêyî
Bohara dilê kêyî
Barana kîş deştêyî
Law ez qamişlume
Şenga warê şê ome
Mihvana warê ome
Ketîme dest zordara
......
Amadekirin :