Mem Ararat - Rindê
Amadekar: S.Azadî
*************
Ji tirsên sitûr,
ji gotinên bê war
Rihê westiyayî,
ji taqetê bê par
Bi sebra Eyûbê
kû kurma ew xwar
Hatim gihîştim peravên te Rindê
Bûm keştîya rizgarbûyî ji bayê
Ji sermayê ji berfê rindê
Hevalê hevalê hevala min
Şêrînê delalê were ba min
Her dema emê li ba hev bin
Heta dinya û zeman hebin
Hevalê hevalê hevala min
Şêrînê delalê were ba min
Her dema emê li ba hev bin
Heta dinya û zeman hebin
***************
Ji bêhna agir,
ji bêhna sincê
Ji bêhna benîştê
natara kajê
Ji bêhna nêrgizên
bexçê jîyanê
Tû hatî tû tê
l'ser çavan rindê
l'ser herdû çavan,
l'ser seran rindê
l'ser herdû çavan,
l'ser seran rindê
Hevalê hevalê hevala min
Şêrînê delalê were ba min
Her dema emê li ba hev bin
Heta dinya û zeman hebin
Hevalê hevalê hevala min
Şêrînê delalê were ba min
Her dema emê li ba hev bin
Heta dinya û zeman hebin
Deng û dilê we sax be...