menu-iconlogo
huatong
huatong
avatar

Helebçe

Şivan Perwerhuatong
gokberk1huatong
Letras
Grabaciones
Hey lê lê…. wey lê lê… Ferman e ûy… hawar… hawar…

Dîsa li me ferman e

Li jor t**e gire-gir û hume-huma bavirok û têyaran e

Her der xistiye nava agir û mij û dûman e

Li jêr t**e qîre-qîra zarokan, hawara dayik û bavan e

Dîsa dîrok xwe nû ve dike weke carek ji caran e

Weke Diyarbekir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsim

Weke Mahabat û weke Berzan e

Îro dîsa li Deşta Silêmaniyê, li kêleka Hendirê, li bajarê helebçê

Fermana me Kurdan e, ferman e, ferman e…

Dîsa hatin qelandin zarok û zêç tev dayik û bavan e

Ax hawar… li me ferman e… li min ay… ax birîndarê we me, li min oy…

Erê hey lê lê… Here hey lo lo…

Hawar Kurdno hûnê bikin bilezînin

Hûnê kaxiz û pênûsekê bibînin binivsînin

Dinya alemê pê bihesînin

Serok û rêberên Kurda li hev bînin

Bila yek bi yek bin ji halê me Kurdan re tiştekî ji dinyayê re binnivsînin

Bila xelq û alema pê bihesînin

Da ku çarekê ji halê me Kurdan re bibînin

Me ji bin vê bindestiyê derînin hawar hawar…

Heyfa Kurdistan ku îro dişewitînin

Agir li serê me Kurdan dibarînin ax de ay ay… lo lo ax de li min birîndarê we me…

Más De Şivan Perwer

Ver todologo