menu-iconlogo
logo

Diroka Emre Min

logo
Paroles
Ji te dûr im, birîn kûr im

Eywax vê halê min

Çerxa felekê geriyaye

Dor hêla serê min

Eşqa me her dem jiyanê,

Dîrok e bextê min

Dîrok e canê min

Dîrok e ′emrê min

Mîna çira şeva tarî

Her dem ber çavê min

Tu roja jiyana min î

Çawa te ji bîr bikim?

Eşqa me her dem jiyanê,

Dîrok e bextê min

Dîrok e canê min

Dîrok e 'emrê min

Tu hîva ber dilê min î

Dawiya xeyalên min

Te mîna bihara rengîn

Can da vî canê min

Eşqa me her dem jiyanê,

Dîrok e bextê min

Dîrok e canê min

Dîrok e ′emrê min