Dîsa tu ketî bîra min 
Axîn naçe ji dilê min 
Nalîna tembûra min 
Bûyî sitran li ser dilê min 
Dîsa tu ketî bîra min 
Axîn naçe ji dilê min 
Nalîna tembûra min 
Bûyî sitran li ser dilê min 
Tu bûyî helbesta min 
Tu bûyî sitrana min 
Her dem ser zimanê min 
Lê tu naçî ji bîra min 
Tu bûyî helbesta min 
Tu bûyî sitrana min 
Her dem ser zimanê min 
Lê tu naçî ji bîra min 
Lêbelê dîsa dar xwe amade dikin ji payizê re 
Ew ê ba were, pelê wan biweşîne û here 
Tu tune yî, ev welat edî ne welatê berê ye 
Tarîbûn, ewran di nava xwe de parçe dike 
Lêbelê girî ne ew e ku mirov stêrkan birijîne 
Carna devê mirov dikene jî hindirê mirov dişewite, dilê mirov digirî 
Lê min dîsa çavê xwe li te gerand mîna her caran 
Lê tu dîsa tune yî 
Jîyan bûye wekî zindanê 
Zindan kur e, ez têde mame 
Nexweşî nav nivîna min 
Ev halê min ne ti hal e 
Jîyan bûye wekî zindanê 
Zindan kur e, ez têde mame 
Nexweşî nav nivîna min 
Ev halê min ne ti hal e 
Tu bûyî helbesta min 
Tu bûyî sitrana min 
Her dem ser zimanê min 
Lê tu naçî ji bîra min 
Tu bûyî helbesta min 
Tu bûyî sitrana min 
Her dem ser zimanê min 
Lê tu naçî ji bîra min