Şevekî tarî, bi berf û baran
Dilê min dinale hey, dixwaze derman
Dilê melûl dınale, dixwaze isyan
Pêtekî agir bû, li cerg û dilan
Destê min bilind bû hey, agiran dadan
Destê min bilind bû, agiran dadan
Hoy dil hoy dil, hoooy dillo dilo dil
Pîrbûm, dil pîr nabe evdalo dil
Hoy dil hoy dil, hoooy dillo dilo dil
Kalbûm, dil kal nabe rebeno dil
Şevekî tarî, zilma tü giran
Agirek dibînim hey, min dibe mêvan
Agirek pêdixim hey, ji xwe dikim mêvan
Şev hat nîvê şevê li min hawar bû
Ketim govenda agir hey, li min dereng bû
Ketim dîlana agir hey, li min dereng bû
Hoy dil hoy dil, hoooy dillo dilo dil
Pîrbûm, dil pîr nabe evdalo dil
Hoy dil hoy dil, hoooy dillo dilo dil
Kalbûm, dil kal nabe rebeno dil
Pîrbûm, dil pîr nabe rebeno dil