menu-iconlogo
huatong
huatong
diyar-heval-heval-cover-image

Heval Heval

Diyarhuatong
mysteryredskaterhuatong
Testi
Registrazioni
Tarî bû ezman dayê roj xûya nayê

Kul û xemên min civiyan sebra min nayê

Çavên min digerin dayê Mizgîn tune ye

Çavên min digerin dayê Mizgîn tune ye

Gotin ew jî bû stêrk bar kir ji dinyayê

Gotin ew jî bû stêrk bar kir ji dinyayê

Heval heval hevala min

Tu sor gulek li baxê min

Em tev rêwiyên doza te

Bila bê xem be dilê te

Heval heval hevala min

Tu sor gulek li baxê min

Em tev rêwiyên doza te

Bila bê xem be dilê te

Sekinîne lê dayê avê van çeman

Weşiyan pel dayê zû ketin ji daran

Nabihûrî ev rojê bûye wek salan

Nabihûrî ev rojê bûye wek salan

Mizgîn bû janek dayê ket hemî dilan

Gûrbet bû janek dayê ket hemî dilan

Heval heval hevala min

Tu sor gulek li baxê min

Em tev rêwiyên doza te

Bila bê xem bî dilê te

Heval heval hevala min

Tu sor gulek li baxê min

Em tev rêwiyên doza te

Bila bê xem be dilê te

Bêhna te tê heval ji van hemî gulan

Dengê te tê heval ji serê çiyan

Bûyî helbest digerî li ser zimanan

Bûyî helbest digerî li ser zimanan

Tu bûyî roj heval hilatî li şevan

Tu bûyî roj heval hilatî li şevan

Heval heval hevala min

Tu sor gulek li baxê min

Em tev rêwiyên doza te

Bila bê xem be dilê te

Heval heval hevala min

Tu sor gulek li baxê min

Em tev rêwiyên doza te

Bila bê xem be dilê te

Altro da Diyar

Guarda Tuttologo