menu-iconlogo
huatong
huatong
avatar

Gelawej

Mehmet Atlıhuatong
myrdaliehuatong
Testi
Registrazioni
Spiya berfê

Ne paqij e

Ne zelal e av

Bi qasî dilê te

Ronî dide

Mîna rojê

Ne delal in kulîlk

Bi qasî rûyê te

Porê te kêj e

Çavên te gelawêj e

Dişewitîne dihelîne

Bejna te min dikuje

Ne bese sekinîm

Li ber deriyê wê dilê te

Ne bese

Şewitîm peritîm cemidîme

Ne bese bêje

Tu Xwedê bêje

Ez nabêjim tu bêje

Stêrka sibe tu yî

Tîna Rojê tu yî

Germa havînê

Bîna biharê tu yî

Delala min tu yî

Hevala min tu yî

Bê lome be

Zalima min tu yî

Kulîlka heft reng î

Jêhatî pir şeng î

Guh bide vî dengî

Ma ne dijminê min î?

Nesîbê min tu yî

Qedera min tu yî

Ji Xwedê ve eyan e

Soxîna min tu yî

Altro da Mehmet Atlı

Guarda Tuttologo