Erol Berxwedan - Desmal
Amadekar: S.Azadî
Nav desmala min, tela porê te
Dora stuyê min, şara serê te
Li ber çavê min, xeyalên te
Nav dilê min da, evîna te
************
Wek hîva çarde ji min ra veke
Ez dibim neynik tu porê xwe şa ke
Kî çi dibêje tu xema neke
Evîna dilêm j´te re gelek e
Nav desmala min, tela porê te
Dora stuyê min, şara serê te
Li ber çavê min, xeyalên te
Nav dilê min da, evîna te
*************
Tu dara sêvê, ez pelê te
Min bipêçîne bike dilê xwe
Ji te re bêjim derd û kulê xwe
Min ne weşîne wekî pelê xwe
Nav desmala min, tela porê te
Dora stuyê min, şara serê te
Li ber çavê min, xeyalên te
Nav dilê min da, evîna te
Nav desmala min, tela porê te
Dora stuyê min, şara serê te
Li ber çavê min, xeyalên te
Nav dilê min da, evîna te
Deng û dilê we sax be...