Gava tu çû
dil ma li dû
ez û ez man rûbirû
Gava tu çû
dil ma li dû
ez û ez man rûbirû
Evîn dijwar e
tev pêt û ar e,
birînên edar mane bêçare.
Bi hêvî bûm min gotê were,
min ji ku zanîbû tu venagere?
Bi hêvî bûm min gotê were,
min ji ku zanîbû tu venagere?
Ez canê te bûm, tu ne cana min bû
ji te qetandin bo min mirin bû.
Ez canê te bûm, tu ne cana min bû
ji te qetandin bo min mirin bû.
Ez nêzî te bûm tu dûrî min bû,
ez tim ê te bûm tu ya yekî din bû.
Ez mirî me tu zindî ye,
min ji ku zanîbû te min kuştiye?
Ez mirî me tu zindî ye,
min ji ku zanîbû te min kuştiye?
Ez Memê te bûm tu nebû Zîn
Pisti tu çû, bûm har û dîn.