Em koçerê, rêya dûr in
Birîndar in, birîn kur in
Em koçerê, rêya dûr in
Birîndar in, birîn kur in
Tî û birçî, li van koçan
Pîr û kal in, jin û hûr in
Pîr û kal in, jin û hûr in
Lorî lorî, lorîka min
Sebr û aram a, jîna min
Tu dihelî, li ber çavê min
Çare nayê, ji destê min
Lorî lorî, lorîka min
Sebr û aram a, jîna min
Tu dihelî, li ber çavê min
Çare nayê, ji destê min
Wekê dêvan çavsor kirin
Bina palim êrîş kirin
Wekê dêvan çavsor kirin
Bina palim êrîş kirin
Bihar tarî û reş kirin
Canê şêrîn, hev par kirin
Canê şêrîn, hev par kirin
Lorî lorî, lorîka min
Sebr û aram a, jîna min
Tu dihelî, li ber çavê min
Çare nayê, ji destê min
Lorî lorî, lorîka min
Sebr û aram a, jîna min
Tu dihelî, li ber çavê min
Çare nayê, ji destê min
Kurêm canê, şêrîn û biha
Erzan diçe, îro ji wiha
Kurêm canê, şêrîn û biha
Erzan diçe, îro ji wiha
Ev mirina, bi vî rengê
Gelek tale, zor û ziha
Gelek tale, zor û ziha
Lorî lorî, lorîka min
Sebr û aram a, jîna min
Tu dihelî li, ber çavê min
Çare nayê, ji destê min
Lorî lorî, lorîka min
Sebr û aram a, jîna min
Tu dihelî, li ber çavê min
Çare nayê, ji destê min.