menu-iconlogo
huatong
huatong
avatar

Bê Zeman Bê Ziman

Mehmet Atlıhuatong
mrbbam212huatong
Lirik
Rakaman
Gûliyên dara dil şikestin, birîndar im wey

Birîndar im wey

Ev heft sal e li benda te mam, ne dildar im wey

Ne dildar im wey

Hemû bajar di xew ve çû, ez hişyar im

Diyar diyar geriyam dîsa di hepsa te de mam

Di hepsa te de mam

Ezman şîn e dinya min tarî

Rûyê'm bi ken e, dilê'm bi girî

Dem bihurî, dinya guherî

Ez di cî de mam

Ez di cî de mam

Xwezî tû'j xwe'r dilşa bûyî, lê ez poşman im wey

Ez poşman im wey

Nizanim li kû me, bê zeman û bê ziman im

Bê ziman im

Li dûr jî li welat jî ez biyan im

Stran stran naliyam dîsa bi êşa xwe ve mam

Bi êşa xwe ve mam

Dinya xweş e lê bi min na

Bihar hatiye ji bo min na

Min dil da te min rû da te

Çima bi tenê mam?

Dîsa bi tenê mam?

Lebih Daripada Mehmet Atlı

Lihat semualogo