Dema tu dikenî, hemî êşên min dimirin
Birînên min dikewin, gul lê dibişkivin
Dema tu dikenî, hemî êşên min dimirin
Birînên min dikewin, gul lê dibişkivin
Li ber bayê keziyên te
Bilbil lal û bi huş dibin
Hemî demsal buhar in
Dema tu dikenî yarê!
Dema tu dikenî canê!
Dema tu dikenî hahoo!
Dema tu dikenî
Li ber bayê keziyên te
Bilbil lal û bi huş dibin
Hemî demsal buhar in
Dema tu dikenî yarê!
Dema tu dikenî canê!
Dema tu dikenî hahoo!
Dema tu dikenî
—
Him Hekîm e, him Loqman e
Sîne derman e
Awirên te fermandar in
Dilê min hicran e
Him Hekîm e, him Loqman e
Sîne derman e
Awirên te fermandar in
Dilê min hicran e
Kî dipirse ji fermanan
Kî dipirse ji hicranan
Hemî demsal buhar in
Dema tu dikenî, yarê!
Dema tu dikenî, dilê!
Dema tu dikenî hahoo!
Dema tu dikeni
Kî dipirse ji fermanan
Kî dipirse ji hicranan
Hemî demsal buhar in
Dema tu dikenî, yarê!
Dema tu dikenî, dilê!
Dema tu dikenî hahoo!
Dema tu dikeni
—
Li nav baxçê dilê min gul û beybûn e
Dewsa meş û pîyên te sorgul vebûne
Li nav baxçê dilê min gul û beybûn e
Dewsa meş û pîyên te sorgul vebûne
Sing û ber sêvên xelat
sor û zer û xal xal bûne
Hemî demsal buharin
Dema tu dikenî yârê
Dema tu dikenî canê
Dema tu dikenî haho!
Dema tu dikenî
Sing û ber sêvên xelat
sor û zer û xal xal bûne
Hemî demsal buharin
Dema tu dikenî yârê
Dema tu dikenî canê
Dema tu dikenî haho!
Dema tu dikenî