Dilo ez bimrim dilo hewar
li vê biharê
Li vê biharê dilo heyran
li vê biharê
Mirin pir weş e dilo hewar
li milkê bavê
Li milkê bavê dilo heyran
li milkê bavê
Hêsir li çavê min weşin û meşin
weke baranê
Weke baranê dilo heyran
weke baranê
Dilo ez bimrim dilo hewar
li vê payîzê
Li vê payîzê dilo heyran
li vê payîzê
Kurdo werin bi hev bigrin
em bigrin lezê
Em bigrin lezê dilo heyran
em bigrin lezê
Mirin pir weş e bira hewar
bi merd û cezê
Bira azadîyê bira hewar
bi merd û cezê
Tirba min b’kolin bira hewar
li Kurdistanê
Li gulistanê dilo heyran
li gulistanê
Dilo ez bimrim dilo hewar
li zivistanê
Li zivistanê dilo heyran
li zivistanê
Mêr gelek bûne dilo hewar
wek goristanê
Wek goristanê bira hewar
wek goristanê
Emê ilm rastkin dilo heyran
di dibistanê
Di dibistanê dilo hewar
di dibistanê
Tirba Şivan hûnê çêkin
li Kurdistanê
Li Kurdistanê dilo heyran
li Kurdistanê