menu-iconlogo
logo

Dereng neyê

logo
Şarkı Sözleri
Dîno

bi baranen evînê

Gula dilê min bişkivî

bi baranen evînê

Hevîya hatina te me

dereng neyê, zû were

Hevîya hatina te me

dereng neyê, zû were

Hîn neketim bin çavan

Hin neketim zindanan

Hin neçûme ser çiyan

Dereng neyê, zû were

Hîn neketim bin çavan

Hin neketim zindanan

Hin neçûme ser çiyan

Dereng neyê, zû were

Em bi evînên qede e mezin bûn,

Bêrîka me de 'eynikek û şeyek...

Me bi we mezin dikir.

Û weşikbûyîna we

li nav eyalen pêşerojê de

Bi evîndara we re vedişart,

Bi çavên şermoke

û bi tirseke bê wate

Me heviyan we dineqişandin.

Bi we re hevî bine

Hevî, evîn û jîn e

Bi we re hevî bine

Hevî, evîn û jîn e

Barke ser keskê sora

Bi rojê bi emlîne

Barke ser keskê sora

Bi rojê bi emlîne

Hîn neketim bin çavan

Hin neketim zindanan

Hin neçûme ser çiyan

Dereng neye, zû were

Hîn neketim bin çavan

Hin neketim zindanan

Hin neçûme ser çiyan

Dereng neye, zû were

Dema ku em mezin bûn,

Wê demê em tegihîştin ku

Ger evîn azad be, wê bi wate be

Ji bo wê ye ku

Em bûn evîndarên welatên we

Û emê evîna we

bi evîndara we re

di welatekî azad de parve bikin.

Amadekirin : Azado