menu-iconlogo
huatong
huatong
avatar

Kine Em

Şivan Perwerhuatong
ondrejsedahuatong
Şarkı Sözleri
Kayıtlar
Kîne em?

Cotkar û karker

Gundî û rêncber

Hemû proleter

Gelê Kurdistan

Şoreş û volqan

Tev dînamêt in

Agir û pêt in

Sor in wek etûn,

Agir giha qepsûn

Gava biteqin

Dinya dihejî

Ev pêt û agir

Dijmin dikujî

Kîne em?

Hey hey hey kîne em?

Ho ho ho kîne em?

Hey hey hey kîne em?

Ho ho ho kîne em?

Kîne em?

Em in rojhilat,

Tev birc û kelat.

Tev bajar û gund,

Tev zinar û lat.

Ji destê dijmin:

Dijminê wîn war,

urt û koledar

Ji Rom, ji Fireng,

Di rojên pir teng,

Bi kûştin û ceng.

Parast, parast

Parast min ev rojhilat

Kîne em?

Hey hey hey kîne em?

Ho ho ho kîne em?

Hey hey hey kîne em?

Ho ho ho kîne em?

Kîne em?

Gelê serfiraz

Dijminê dijmin

Dostê aştî waz.

Em weş mirov in,

Ne hirç û hov in

Lê çibkim bê şer

Dijmin naçî der.

Bav û kalê me

Dijîn tev serbest,

Na wazin bijîm

Ta ebed bindest.

Kîne em?

Hey hey hey kîne em?

Ho ho ho kîne em?

Hey hey hey kîne em?

Ho ho ho kîne em?

Em in ew Kurdê

serhişk û hesin,

Îro jî dijmin

ji me ditirsin

Bîna barûdê

Kete pozê min

Di wazim hawîr,

Biteqim ji bin,

Dîsa wek mêra,

Bikevin çiya.

Na wazim bimrim,

Di wazim bigrim.

Kurdistana we

A a Mîdîya,

Kîne em?

Hey hey hey kîne em?

Ho ho ho kîne em?

Hey hey hey kîne em?

Ho ho ho kîne em?

Kîne em?

Em in ew Kardo

aldêwê kevnar,

Em in ew Mîtan,

Nayrî û Sobar.

Em in ew Lolo,

Kardo û Kudî,

Em in Mad û Goş,

Horî û Gudî.

Em in Kurmanc û

Kelhor, Lor û Gor,

Em in, em Kurd in

li jêr û li jor

Çend hezar salin

Kurdistana me

Perçe perçe ma

Bindestê dijmin!

Kîne em?

Hey hey hey kîne em?

Ho ho ho kîne em?

Hey hey hey kîne em?

Ho ho ho kîne em?

Kîne em?

Em in ew gela

Belê em in ejdeha

Ji ewa dîlî

Şiyar bûn niha

Di wazin wek mêr

Tev mejî û bêr

Rabin her wek şêr

Serê we hildin

Çi serbilind in

Bi cîhan carek

Em bidin zanîn

Kîne em?

Hey hey hey kîne em?

Ho ho ho kîne em?

Hey hey hey kîne em?

Ho ho ho kîne em?

Kîne em?

Ne wîn war in em,

aştî waz in em

Serdarên bilind,

gernas in herdem

Em şer na wazin,

Divên wekhevî,

Em paş ve naçin,

Lê dijmin direvî!

Divên bi şêwrê,

lê ew qebûl nakî

Divên biratî,

belê ew qebûl nakî

Bûye wek rûvî

Li paş we nanêrî

Kîne em?

Hey hey hey kîne em?

Ho ho ho kîne em?

Hey hey hey kîne em?

Ho ho ho kîne em?

Kine em…

lo bavêm çi bikin?

Na wazin însanî

Êrîş bikin û bigrin

Histu bişkînin

Ev pîsên mirdar

Ji nav me der înin

Ji bo mirovan

em tev dost û yar

Bijî Kurdistan,

bimrî koledar!

Kîne em?

Hey hey hey kîne em?

Ho ho ho kîne em?

Hey hey hey kîne em?

Ho ho ho kîne em?

Amedakar:

Şivan Perwer'dan Daha Fazlası

Tümünü Görlogo

Beğenebilirsin