ûy de mala min
ûy de mala min
mala bavê min mala mêran e eywa
de re mala min hê hê
lê mala min mala mêrane
de konê mala bavê min rebena wedê
konê mala mêran e ha wehey lo
de re çawa bi destê bavê
lalo girtin istin kelepcê
berê wî dane heps ana bajarê
qersê digo yallah lo kurdo
de rê çawa berê zarok û zêçên wî dane
guhê van gundan e de oy oy
de mala bavê min mala
mêran e ha wehey lo
de rê malan min hê hê
ûy de mala min, mala min, mala min
mala bavê min mala mêran e ha wehey lo
û çadira bavê lalo danî li ber çema
eybetê ber ê mala emer begê
vê sibekîdanî li ber çema
were vê sibekê naziman û
qomandarê qolordîya dîyarbekir
hatî kon û kozikê we danî cem me
belê wezê nakevime ber
kuştin û gritina bavê lalo
suwarê kovê wezê ketime
ber heyfa wê heyfê
de rê çawa destê wî istin darê kelepçê
berê wî dane hapis ana bajarê erziromê
de rê çawa berê zarok û zêçên
wî dane nav ecem e oy oy
mala bavê min mala mêran e ha wehey lo
de rê malan min hê hê
mala bavê min mala mêran
de rê malan min mala min mala min,
mala bavê min mala mêran e ha wehey lo
û çadira bavê lalo danî li ser latê
belê îro sê roje alayê sêrtê
tevî mufreza, cendirme
tabûra eskerê vî elatê
belê digerîne li bavê lalo, suwarê kovê
li vê dews û li vî rêç
û li vî deşt û taqîbatê
wele wezê nakevime ber
gortina û kuştina bavê lalo
wezê dikevme bert heyra vê heyrê
û a alerkê me ser re dibêjin
çawa tu bûye firar û
mehkûm û qaça ê hukûmatê
hoh oy de hoy oy
mala bavê min mala mêran e ha wehey